ŞIRNEX - Bijîşka pispor mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bijîşka pispor Ayşe Şîmşek li mala xwe mirî hat dîtin.

Li gorî agahiyan, bijîşka pispor a Tedawiya Fîzîk û Rehabîlîtasyonê Ayşe Şîmşeka ku 5 meh bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebitî li mala xwe mirî hatiye dîtin.

Her wiha tê îdiakirin ku Ayşe Şîmşekê xwe kuştiye.

Ji bo tespîtkirina sedema mirina Şimşekê termê wê birine otopsiyê.

Li aliyê din, hat ragihandin ku derbarê bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.