Li Amedê qeza: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

1 demjimêr berê
Nîşan Qezaya Trafîkê Amed Rezan Mêrdîn
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) –  Li navçeya Rezan a Amedê barhilgirek li otomobîlekê qelibî, jineke di otomobîlê de mir û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan barhilgira bi plaqeya 70 EF 132 li ser rêya Mêrdînê li otomobîla plaqeya 06 BP 5662 qelîbî.

Di qezayê de jina bi navê F.Y.yê ku di wesayîtê de bû mir û ajokarê bi navê B.Y. û N.Y di wesayîtê de jî birîndar bûn.

Li ser agahiya kesên derdorê, tîmên tenduristiyê yên lezgîn, cendirme û hêzên ewlehiyê sewqî cihê qezwayê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Amedê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê jina mirî ji bo otosiyê veguhast Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst