Şervanekî YPGyê koça dawî kir: Sembola berxwedana Kobaniyê bû

32 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Apê Nemîr YPG Xelîl Osman Hemê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku yek ji sembola berxwedana Kobaniyê Xelîl Osman Hemê yê bi nasnav Apê Nemir koça dawî kir.

Apê Nemir yek ji şervanên navdar ên YPGyê bi krîza dil koça dawî kir.

Navenda Ragihandinê ya YPGyê bi daxuyaniyekê ragihand ku  Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir ku wekî sembola berxwedana Kobaniyê dihat naskirin, di encama krîza dil de koça dawî kir.

Apê Nemir di dema êrişa çekdarên DAIŞê ya sala 2014an de roleke mezin hebû.

Apê Nemir di berxwedana Kobaniyê de ji ling û milê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya xwe ya li Sirucê temam bike dîsa vegeriya çeperên berxwedanê.

Apê Nemir ku ji ber birîna milê wî seqet ma, piştî berxwedana Kobaniyê têkoşîna xwe di nava xebatên şoreşgerî de berdewam kir.

YPGyê derbarê wî de wiha got:

“Apê Nemir bû sembola berxwedana Kobaniyê û welatparêzekî mînak. Bi hestên welatparêzî yên sade, pak jiya.

Ji bo azadiya gelê Kurd jiya û xebat kir. Navê xwe wekî sembola welatparêzî û dilsoziya ji bo xak û gelê xwe di dîroka azadiyê de nivîsand.

YPGyê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata wî re xwest û soza şopandina rêya wî da.

Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir sala 1950yê li gundê Dihapê yê Kobaniyê ji dayik bûye.

Apê Nemir bavê  6 zarokan e.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst