Li Agiriyê qeza: 10 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û mînîbusek li hev qelibîn û di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Li ser rêya ku diçe Panosê ji ber xebatên nûjenkirina rê, tenê xetek ji bo çûn û hatina otomobîlan vekiriye.

Mînîbusek û otomobîlek li ser wê rêya ku dikeve navbera Agirî û Wanê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê bi ambulansan birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê.