SEMSÛR - Birêvebir û endamên DEM Partiyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê di biserdegirtina malan de 4 birêvebir û endamên DEM Partiyê hatin desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA), di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kolikê de li navçeyê operasyonek hat kirin.

Di encamê de Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Kolikê Saît Dîlek û 3 endamên partiyê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku polîsan her 4 kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Kolikê û tê çaverêkirin piştî kar û barên yasayî wan bişînin dadgehê.

Doh li parêzgeha Amedê jî bi hinceta ku beşdarî “Mitînga Azadiyê” ya DEM Partiyê bûne 6 kes hatibûn desteserkirin.