Xesû û dişa xwe kuştin, hevjîn û xezûrê xwe birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Edremîtê ya parêzgeha Balikesirê ya Tirkiyeyê, zilamekî bi kêrê xesû û dişa xwe kuştin û hevjîn û xezûrê xwe jî birîndar kirin.

Li Edremîtê, şeva borî di navbera Murat O. û malbata hevjîna wî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Murat O. bi kêrê êrişî hevjîna xwe Nezîhe Nûrçîn O., xezûrê xwe Alî Riza Kaya, xesûya xwe Sevîm Kaya û dişa xwe Gulçîn Kayayê kir.

Di êrişê de dişa wî Gulçîn Kaya li cihê bûyerê mir û xesû, xezûr û hevjîna wî jî bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Edremîtê.

Sevîm Kaya jî tevî hemû hewlên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.

Dermankirina Nezîhe Nûrçîn O. û Alî Riza Kaya jî li nexweşxaneyê berdewam dike.

Murat O. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.