AMÊDÎ - Otomobîleke PKKyê hat bombebarankirin: 3 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Danê êvarê balafirên Tirkiyeyê li nahiyeya Kanî Masê ya navçeya Amêdiyê otomobîleke gerîlayên PKKyê kir armanc û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku balafirên Tirkiyeyê li nahiyeya Kanî Masê otomobîleke gerîlayên PKKyê kiriye armanc.

Çavakaniyê ewlehiyê da zanîn ku otomobîl bi temamî şewitiye.

Li gorî heman çavkaniyî 3 kes di otomobîlê de bûne û her sêyan canê xwe ji dest daye.

Dijî Terora Kurdistanê jî li ser bombebarankirina otomobîlê daxuyaniyek belav kir.

Dijî Terorê ragihand ku demjimêr 17:30ê di encama êrişeke ser otomobîleke PKKyê de, fermandarekî PKKyê û 2 gerîlayan canê xwe ji dest daye.