REQA - Cenazeyên 4 endamên Asayîşê hatin veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê cenazeyên 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJyê hatin veşartin.

Li bajarê Reqa cenazeyên 3 endamên Asayişa û endameke YPJyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Çar kesên ku hatin veşartin 3 ji wan endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê û yek jî endama Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bûn.

Çi bûbû?

9ê Çiriya Pêşîn balafirên şer ên Trikiyeyê Akadîmiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweserê ya li Gundê Hemze Begê yê Dêrika Hemko bombebaran kiribû.

Di encama bombebaranê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê cane xwe ji dest dabû.

Herwiha 28 endamên din jî birîndar bûbûn.