Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn li Londonê xelata CIRCAyê wergirt

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Cemîle Şahîn CIRCA Four Ballads for my Father – Spring
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda ji parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Cemîle Şahîn li Londona paytexta Brîtanyayê xelata navdewletî ya sala 2023yan a CIRCAyê bi dest xist.

Xelata CIRCAyê yek ji xelatên herî girîng ên di warê huner û edebiyatê de ye.

Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn ku hemwelatiya Almanyayê ye, li Londona xelata 2023yan a CIRCAyê wergirt.

Cemilê Şahîn bi kurtefilmeke xwe ya bi navê “Four Ballads for my Father – Spring (2022)” (Ji Bo Bavê Min 4 Balad-Bihar) ew xelat bidest xist.

Fîlma Cemilê Şahînê behsa çîroka malbateke Kurd dike ku di navbera Stenbol û Parîsê de ji hev veqetiyane.

Hunermend Ferhat Tunç jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pîrozbahî li Cemîle Şahîn kir û got:

“Hunermenda Dêrsimî Cemîle Şahîn bi filma xwe ya Ji Bo Bavê Min 4 Balad-Bihar (2022) xelata 2023yan a CIRCAyê bi dest xist.

Merasîma xelata vê filma ku behsa çîroka jihevqetîna malbeteke Kurd a di navbera Stenbol û Parîsê de dike, li  Piccadilly Lightê a Londonê hat kirin. Ez ji ber vê serkeftinê Cemîle ji dil pîroz dikim.”

Xelata CIRCAyê ligel 36 hezar dolaran salane li ser dahênerên serkeftî yên huner û edebiyatê tên dabeşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst