Nadine Maenza: Tirkiye gilî dike Xeze bê elektrîk maye lê li Rojava binesaziyan wêran dike

14-10-2023
Hisên Omer
Nadine Maenza çû serdana Rojavayê Kurdistanê
Nadine Maenza çû serdana Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Nadine Maenza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka berê ya Komîsyona Azadiyên Olan a Navdewletî ya Amerîkayê Nadine Maenza ragihand ku Tirkiye gilî dike ku xelkê Xezayê bê av û elektirîk in lê bi xwe jî li Rojavayê Kurdistanê binesaziyên girîng wêran dike.

Seroka berê ya Komîsyona Azadiyên Olan a Navdewletî ya Amerîkayê Nadine Maenza çû serdana Rojavayê Kurdistanê û li hinek cihên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine wêrankirin geriya..

Nadine Maenza li Rojavayê Kurdistanê, ji Amerîka û civaka navdewletî xwest ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê piştevaniya gelê herêmê bikin.

Maenza li ber wêstgeheke ku di êrişên Tirkiyeyê de de wêran bûye rawestiya û bi tundî rexne li êrişên wî welatî yên ser binesaziya Rojavayê Kurdistanê girtin.

“Sivîl hatine kuştin”

Nadine Maenzayê got:

“Ez li vir li bakurê rojhilatê Sûriyeyê me. Min xwest bibînin ka piştî zêdeyî 200 êrişên asamanî ser nexweşxane, dibistan, wêstgehên av û elektirîkê û binesaziyên din rewşa sivîlan çawaye.

Her wekî hûn dibînin, wan ev wêstgeha elektirîkê wêran kiriye. Bi sedema wê bombebaranê, bêhtirî 2 milyon kes bê av û elektirîk mane û 48 kesên sivîl hatine kuştin ku zarok û jin jî di nav wan de hene.”

“Ka helwesta navdewletî?”

Nadine Maenzayê bi bîr xist ku berî çend rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pirs dikir çi li Xezeyê diqewime û giliyê wê yekê dikir ku xelkê Xezayê bê av û elektirîk in û wiha pê de çû:

“Erdogan behsa wê yekê yekê dikir ku dibistan û nexweşxaneyên Xezayê bûne armanc lê ew li vir li bakurê rojhilatê Sûriyê wêstgehên avê û elektirîkê, dibistan û nexweşxaneyan û binesaziyên girîng wêran dikin. Ka helwesta navdewletî?”

“Divê Amerîka piştevaniyê bike”

Bi gotina Nadine Maenzayê li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, demokrasiyek di civakê de hate avakirin û hemû ol û pêkhate wekhev in.

Nadine Maenzayê herwiha got: “Herwiha jinên wan ên serkirde jî hene û bi vî şêweyî aştî û ewlehî li navçeyê tê dirustkirin. Girîng e ku civaka navdewletî û Amerîka li dijî her êrişeke din a Tirkiyeyê piştevaniya wan bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst