Piştî 100 salan li dêreke Bakurê Kurdistanê ayîn hat kirin

14-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Dêra Mor Efrem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêra Mor Efrem a li bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistnaê piştî 100 salan merasima olî anku ayînê hat kirin. Welatiyên Krîstiyan berî ayînê dua kirin û find pêxistin.

Li Dêra Mor Efrem a li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, ku di şerê cîhanê yê yekemîn de wek baregeha leşkerî û paşê jî wek nexweşxane, girtîgeh û kargeh hatibû bikaranîn, herî dawî sala 1922an ayîn lê hatibû kirin.

Piştî nûjenkirinê careke din civaka Suryanî ya Katolîk bi beşdariya gelek zanayên olî yên Krîstiyan, li dêrê yekem ayîn lidar xist.

Zanayên Krîstiyan dibêjin, vekirina Dêra Mor Efrem bo Mêrdînê girîng e, ku Mêrdîn herdem bajarekî pêkvejiyanê bûye.

Orhan Çanli, Wekîlê Patrîkê Suryanî yê Katolîk ê Tirkiyê ragihandiye, “Mêrdîn ji dîrokê ve di navbera şaristanî û olan de cihekî hevdîtinê û bo hemû gelan cihê jiyaneke aram û aştiyane bû. Her çiqas baweriyên me cuda bin jî, îro vekirina vê dêrê di welatê me yê xweş, ku em tê de dijîn nîşaneya pêkvejiyana gel, ol û baweriyan e.”

Ji ber ku wek kargeh û baregeha leşkerî hatibû bikaranîn, gelek beşên dêrê hilweşiyabûn û kavil bûbûn, lê dêr bi şêwazekî modern li gor eslê xwe hat restorekirin.

Wekîlê Patrîkê Suryanî yê Katolîk ê Tirkiyê, Orhan Çanli dibêje, “Dêr û manastira ku xwediyê taybetmendiyên avahiyên herêmî ye, di demên cuda de bo armancên cuda hatiye bikaranîn û ji ber vê, şiklê avahiyê hatiye guhertin û hinek beşên wê hilweşiyabûn.”

Bajarê Mêrdînê, ku du caran bûye namzedê UNESCOyê, ligel hejmareke zêde ya Kurdên Misilman û Êzidî, bi nişteciyên Suryan, Keldan, Ermen û Ereban û zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî û Tirkî bajarekî pêkvejiyanê ye û xwedî çandeke dewlemend e.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst