Li Hewlêrê qezaya trafîkê: 5 kesan canê xwe ji dest dan

14-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li paytexta Herêma Kurdistanê bûyereke dijwar a trafîkê çê bû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer serê sibeha îro li ser cadeya 60 metrî ku cadeyeke sereke ya bajarê Hewlêrê ye û li nêzîk parlamentoya Kurdistanê çê bû.

Peyamnêrê Rûdawê li cihê bûyerê ragihand, du otomobîlên ji corê Hyundai û Ford ku rûbirûyê hev hatine bi hev re qeza kirine.

Di bûyerê de 4 kesên di otomobîla Hyundai de ku endamên malbatekê ne û herwiha şofêrê otomobîla Ford canê xwe ji dest dane.

Polîs û hêzên emnî yên din gihîştine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Cenazeyên kesên ku di bûyerên de canê xwe ji dest dane ji aliyê hêzên emnî û mirovên derdorê ve ji nav otomobîlan hatin derxistin.

Termên her pênc kesên di bûyerê de canê xwe ji dest dane, ji bo otopsiyê rakirina Pizîşkiya Dadê ya Hewlêrê.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê, Fazil Hacî derbarê bûyerê de ragihand, “Ji pênc kesên ku di otomobîla Hyundai Sonata de bûne, 4 kesan di cih de canê xwe ji dest dane û zarokeke sava jî birîndar e. Herwiha di otomobîla din de jî şofêr canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.”

Navê zarokên di bûyerê de canê xwe ji dest dane, Hêmin Şaxewan, Hêwir Şaxewan, Elîna Şaxewan û Rehend Cewher Ceifer in.

3 ji wan zarokan xwîşk û birayên hev û yê din kurmamê wan e.

Piştî karûbarên otopsiyê, termên 4 zarokên ku di bûyera îro ya li Hewlêrê de canê xwe ji dest dabûn, li goristaneke Hewlêrê hatin veşartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst