Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî bû parêzer

Hewlêr (Rûdaw) - Turkan Elçî hevjîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di Mijdara 2015an de li Amedê hat kuştin, zanîngeh qedand û bû parêzer.

Hevjîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî, Turkan Elçî ku piştî kuştina hevjînê xwe dest bi xwendina parêzeriyê kir, zanîngeh qedand û doh ji Baroya Amedê destûrnameya (ruxset) parêzeriyê wergirt.

Turkan Elçiî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Min îro ruxseta xwe ya parêzeriyê wergirt. Ji bo min wergirtina vê belgeyê, ji dest bikarkirina pîşeyekî zêdetir wateyên xwe yên din hene. Dema min ev belge wergirt, min hêviya ‘bihêz bûna cîhaneke ilmanî ya ku ji bo jinan şert e’ kir.”

Serokê Baroya Amedê yê niha, Nahit Eren jî pêşwazî li hatina Turkan Elçî bo nav refên parêzeran kir û li ser twittera xwe ragihandiye, “Bê guman, ew dê bi pênûsa xwe ya bihêz û nasnameya xwe ya qanûnî me xurt bike. Hêza manewî ya ku ew lê zêde dike jî nayê vegotin. Bi xêr hatî xweşdivî Turkan Elçî.”

Doh Baroya Amedê di merasimekê de tevî Turkan Elçî, rêpêdana parêzeriyê da 4 kesên din jî. Baroya Amedê ragihandiye, “Di merasîma ku hate lidarxistin de, em hevkarên xwe yên ku sonda parêzeriyê xwarin û tevlî me bûn, Parêzer Valevval Yaprak Yildiz, Parêzer Mehmet Aslanoglu Parêzer Ferhat Arslan, Parêzer Esra Ogoz û Parêzer Turkan Elçî pîroz dikin û di jiyana wan a pîşeyî de serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Roja 28ê Mijdara 2015an Serokê Baroya Amedê yê wê demê Tahir Elçî di dema daxuyaniyekê de li navçeya Sûrê ya Amedê li kêleka Minareya Çar Ling li ber çavê rojnamevan û kamerayên vekirî, di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Heta niha jî kujerên wî nehatine dîtin. Turkan Elçî piştî kuştina hevjînê xwe biryar dabû pîşeya wî berdewam bike û dest bi xwendina parêzeriyê kiribû.