Li Efrînê grûpa Emşat %25 bac li ser xwdiyên zeytûnan sepandiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Şiyê ya herêma Efrînê, Mihemed Casim Ebû Emşe, Fermandarê grûpa çekdar a Sultan Silêman Şah a ser bi Tirkiyê ve, ku bi navê Emşat tê naskirin, %25 ji dahata zeyta zeytûnan a cotkarên Şiyê talan dike û ji xwe re dibe.

Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin dagîrkariya artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye, demsala komkirina zeytûnan destpê kiriye. Li wê herêmê, guvaştekên zeytûnan dest bi xebitînê kirine, û êdî cotkarên herêmê li benda behema keda xwe ya salekê ne, lêbelê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dahat û qûtê cotkaran talan dikin.

Ji nahiyeya Şiyê, cotyarekî Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “çekdar pariyê nanê zarokên me ji devê me direvînin.”

Mistefa Şêxo, çalakvanê ji Şiyê ji Rûdawê re got, Mihemed Casim Ebû Emşe, Fermandarê grûpa çekdar a Sultan Silêman Şah ku wek Emşat tê naskirin, %25 ji berhema zeytûnan li ser cotkarên nahiyeyê ferz kiriye.

Mistefa Şêxo diyar kir, ji bo standina wan pereyan, Ebû Emşe li her guvaştekeke (mekbeseke) zeytûnan nûnerekî xwe daniye.

Li gor zanyariyan, lêçûnên li ser cotkarên Efrînê gelek zêde bûne, bi awayekê ku ji bilî %25 pişka Fermandarê Emşatê, %20 lêçûna cot û semadê ye, %7 heqdestê guvaştekan e, rojane 3000 lîreyên Sûrî heqdestê her karkerekî ye, 4 dolar jî baca grûpên çekdar li ser her sareke zeytûnê ye û 8000 lîreyên Sûrî jî buhayê her tenekeyeke vala ye.

Mihemed Murad, ku ew jî xelkê bajarokê Şiyê ye, ji Rûdawê re got, eger fermandarê Emşat şirîkê cotkaran ba jî dîsa ewqas pere bidest nedixist.

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, ev baca zorane li ser cotyarên ku li ser mal û milkê xwene. Herçî cotyarên ku ji neçarî koçber bûne, tevahiya zeviyên zeytûnên wan hatine desteserkirin û dahata wan bi temamî tê talankirin.