Efrîn; Çekdarên Emşat berhema darên zeytûnê yên welatiyekî Kurd talan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Şiyê ya ser bi Herêma Efrînê çekdaran berhemên 400 darên zeytûnan ên welatiyekî Kurd talan kirin.

Rêxistina Mafên Mirov – Efrîn ragihandiye ku, grûpa bi navê Emşat a ser bi Tirkiyê, roja Çarşemê 13ê Cotmeha 2021an, berhemên 400 darên zeytûnan ên welatiyekî Kurd, li gundê Erendê li nahiyeya Şiyê talan kirin.

Li gorî heman rêxistinê, çekdaran berhemên 400 darzytûnên welatiyê Kurd (Henîf Mistkêlo) talan kirin, ew jî ji zeviya wî li nêzîkî durêya gundê Erendê.

Her li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, roja Yekşema bihorî jî, 80 koçberên hawirdekirî bi piştgiriya çekdaran li gundê Erendê û li bajarokê Şiyê, gelek berhemên zeviyên çandiniyê talan kirin û dest danîne ser guvaştekên zeytûnan.