Ekrem Îmamoglu serdana Amedê dike

Amed (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê di 16ê cotmehê de serdana Amedê bike. Îmamoglu dê li Amedê tevlî hin bernameyan bibe.

Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji Seroka CHPê ya Amedê Gonul Ozel wergirtin Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê di 16ê cotmehê de li Sûra Amedê tevlî pêşangeha hunermendê kurd Ahmed Guneştekîn a bi navê "Odeya Bîrê" bibe.

Gonel Ozel, destnîşan kir ku ji ber Guneştekîn û Îmamoglu hevalên hev in, ew bi taybetî ji bo vê pêşangehê li Amedê dibe û piştre jî dê bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê re tevlî şeva danasînê ya xebata hunermend Guneştekîn bibe.

Li gorî agahiyên ku Ozel dan, Îmamoglu dê piştî pêşangehê tevli bernameya hin sazî û dezgehên sivîl jî bibe.

Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di îlona 2019an de jî ji bo li dijî danîna qeyûman piştgiriya şaredarên HDPyî ku ji kar hatibûn dûrxistin bike, serdana Amedê kiribû.