Li Serê Kaniyê mayîn bi 5 kesan de teqiya û canên xwe ji dest dan

14-10-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, mayîneke vedayî bi 5 Kurdên Rojavayê Kurdistanê de teqiya û di encamê de her 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên berdest i herêma Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, mayîneke vedayî bi 5 Kurdên Rojavayê Kurdistanê de teqiya, ku dixwestin ji Serê Kaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, di encamê de, her 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ew her 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 2 kes ji wan ji Dêrikê ne, 2 ji Qamişlo ne, û qaçaxçiyê ku bi wan re bû, di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane.

Îro cenazeyên wan 5 kesan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û radestî xwediyên wan hatin kirin.

Tirkiyê gundên Girê Sipî û Eyn Îsa topbaran kir

Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê careke din gundên Kaniya Bozaniyê li herêma Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, û li gorî jêderên xwecihî, ziyan tenê madî ne.

Jêderên xwecihî ji gundên Girê Sipî ragihandin, ku artêşa Tirkiyê gundê Sarûj bi 4 mûşekan topbaran kir, û herweha gundên Xalidiyê û Hoşan, yên girêdayî Kaniya Bozaniyê  bi 3 mûşekan topbaran kir.

Li gorî heman jêderan ziyanên topbaran gundên Kaniya Bozaniyê, tenê madî ne, lê metirsî heye ku topbaran ferehtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst