Parlamenterên Kurd şandina hêza leşkerî bo Rojava pêşniyar dikin

14-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmareke parlamenter ji ber êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û ji bo gotûbêjkirina rewş û pêşhatên herî dawî, banga kombûna bilêz a Parlamentoya Kurdistanê kirin. Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Osman Sederî dibêje ew amade ye li Rojavayê Kurdistanê beşdarî şerê berevaniyê bibe.

Cîgirê Serokê Lijneya Asayişa Navxwe û Pêşmege li Parlamentoya Kurdistanê Osman Sederî lige hejmareke parlementer ji bo gotûbêjkirina êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê banga kombûna bilez a Parlamentoya Kurdistanê kirin.

Osman Sederî dibêje ku ti sedemên mafdar ên Tirkiyê nînin ku êirşê Rojavayê Kurdistanê bike, lewma divê Parlamentoya Kurdistanê derbarê vê mijarê de biryarên cidî werbigire.

Sederî anî ziman ku bila Parlamentoya Herêma Kurdistanê “bi daxuyaniyeke fermî operasyona Tirkiyê” şermezar bike û got: “Şermezarkirin jî ne bes e. Divê biryara şandina hêza leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê derbixe. Ez weke parlementer amade me li Rojava şer bikim.”

Parlamentoya Kurdistanê kom dibe

Biryare sibê Sêşemê Parlamentoya Kurdistanê civîneke taybet li ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê saz bike û di civînê de rewşa û pêşhatên herî dawî yên têkildarî êrîşa Tirkiyê bo ser wê parçeya Kurdistanê gotûbêj bike.

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, roja Sêşemê di demjimêr 11ê berî nîvro de, civîna Parlamentoya Kurdistanê dest pê dike û dê nerîna fraksiyonên parlamentoyê li ser rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê bê gotûbêjkirin.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlametoya Kurdistanê Omîd Xoşnaw bibîr xist ku divê Parlamento li gor yasayan tevbigere û got pêwîst e derbarê Rojavayê Kurdistanê de helwesteke hevbeş were destnîşankirin.

Derbarê pêşniyara şandina hêzê bo Rojavayê Kurdistanê de Omîd Xoşnaw wiha axivî: “Hestên netewî û rastî ji hev cuda ne. Yasa destûrê dide em biryareke wiha bidin? Biryareke wiha ma nayê wateya ku em midexaleya karên naxwe yên welateke din dikin? Êrişa Tirkiyê tê wateya ku ew midexaleya welateke din dike. Em dikarin di vê rewşê de şerê Tirkiyê bikin? Lewma pêwîst e ku em li gor yasayan tevbigerin.”

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2014an de li dijî êrişa DAIŞê bo ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê biryara şandina Pêşmerge derxistibû.

Helwesta partiyan derbarê Rojava de wek hev e

Serokê Lijneya Asayişa Navxwe û Pêşmege li Parlamentoya Kurdistanê û parlamenterê Tevgera Goranê Şaxewan Raûf jî diyar kir ku wan jî derbarê mijarê de daxwaza kombûna parlamentoyê kirine.

Şaxewan Raûf ragihand ku divê mijara şandina hêza piştevaniyê bo Rojavayê Kurdistanê ligel Bexdayê were gotûbêjkirin û piştre derbarê wê yekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara xwe bide.

Serokê Fraksiyona Komeleya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd jî derbarê mijarê de got: “Pêwîst e demildest şandeke bişîne Rojava. Bila şande here li cih lêkolîna rewşê bike û Parlamentoya li gor wê helwesteke fermî nîşan bide.”

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî Serko Cewdet jî da zanîn ku ew bi erênî pêşwazî li kombûna Parlamentoya Kurdistanê bi mijara Rojavayê Kurdistanê dikin û got: “Di vê kombûnê de parlamento dê helwesta xwe diyar bike.”

Serokê Partiya Geşedan a Tirkmenî û Endamê Parlemtoya Kurdistanê Mihemed Sadettîn anî ziman Parlamento dikare  li ser mijara alîkariya mirovahî bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst