Qeymeqamê Xurmatû: Ji sedî 85ê malbatên Kurd ên koçber vegeriyane

14-10-2018
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Xurmatû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Qeymeqamê Xurmatûyê Hesen Zeynelabidîn ragihand, ji sedî 85ê ya malbatên Kurd ên qezaya Xurmatû vegeriyane navçeyê û got ku hemû amadekarî hatine kirin ku vegerin bajêr.

 

Qeymeqamê Xurmatûyê Hesen Zeynelabidîn ku piştî 16ê Cotmehê li şûna Şelal Ebdûl bûye qeymeqamê qezaya Xurmatû dibêje, berpirsên Ereb, Kurd û Turkmen ên qezaya Xurmatû egera aktîvkirina pêşniyara dabeşkirina postên îdarî yên qezayê gotûbêj dikin ku bo her pêkhateyekê yek li ser siyan be, lê divê hemû alî di vê derbarê de garantiyê bidin.

 

Qezaya Xurmatû ser bi parêzgeha Selahedîn ve ye.

 

Berî 16ê Cotmehê hejmara niştecihên wê nêzîkî 220 hezar kesî bû. Kurd ji sedî 55, Ereb ji sedî 15 û Tirkmen ji sedî 30 in. Lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê hemû tiştek bilez hate guhertin, ji ber Kurd koçber bûn ku piraniya niştecihê navçeyê bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst