Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya "Festîvala Ecîna Semsûrê” de li gupika Çiyayê Nemrûdê ya ku di nav Lîsteya Mîrata Çanda Cîhanê ya UNESCOyê de cih digire û berhema herî xweşik a 8emîn a cîhanê tê hesibandin ecîn hat çêkirin.
Festîvala Ecîna Semsûrê ya ku îsal cara ewil e li bajêr tê sazkirin dewam e. Di vê çarçoveyê de endamên ÇÎGDERê derketin serê Çiyayê Nemrûdê û li lûtkeya çiyê ecîn strandin. Ecîna ku hatî çêkirin pêşkeşî endamên çapemeniyê yên ji Enqere û Stenbolê bo şopandina festîvalê çûbûn bajêr û geştyarên li wê derê bûn, hat kirin.
Welatiyên li serê Çiyayê Nemrûdê ku cara ewil e bi rewşeke wiha re rû bi rû man têlefonên xwe derxistin, dema strandin û pêşkeşkîrna ecînê tomakirin.
Serokê Lijneya Rêveberinê ya ÇÎGDERê Saît Aybak daxuyanî diyar kir ku di bazara ecînê de ji hezarî zêdetir sazî kar dikin.
Aybak ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi qasî 30 hezar cihên lê ecîn tên firotin hene û nêzî 100 hezar kes bi xêra vê sektorê debara mala xwe dike û wiha pê de çû: "Dahata ji ecînfiroşiyê tê, ji milyarek lireyî zêdetir e û rojê bi qasî 100 ton ecîn tê çêkirin. Ji sedî 85ê bazarê di destê Semsûriyan de ye û ji ber vê jî tiştekî pir normal e ku ecîn li ser navê Semsûrê hatiye tescîlkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse