Yekîtiya Jinên Kurdistanê workşopek li ser rewşa jinan li Rojava li dar xist

Qamişlo (Rûdaw) - Berpirseke Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê da xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê hejmareke mezin ji keçan di temenekî biçûk de mêr dikin û daxwaz kir, ku çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin.

 

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûrî bi alîkariya saziyeke din a civaka sivîl, civînek ji hejmareke keç û jinan re çê kir.

 

Civînê bal kişande ser çend diyardeyan, ku di van çend salên dawiyê de derketine û bûne metirsî li ser civakê.

 

Endama detseya Rêveber a Yekîtiya Jinan, Arya Cuma ji Rûdawê re da xuyakirin, ku çend pirsgirêkên din jî hene, mîna bêparkirina jinan ji mîratê û got, divê ev yek bêne çareserkirin.

 

Arya Cuma got: “Ev workşop di navbera Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Navenda ITC de tê çêkirin û li ser şeş teveran tê pêkanîn. Yek ji wan dûrbûna ji xwendinê ye, ya duyem jî pirsa zewca zû ye, ji ber wan zehmetiyên ku li welat hene, em dibînin zewca zû gelek zêde bûye. Ya sêyem jî li ser tundiya malbatê ye, ya çarem tudiya li hember jinan û mijara din jî bêparmana ji mîratê ye, ku em dê li ser bisekinin.”