Mîranî: Hevpeymaniya Çaksazî ji me xwest PDK bi bihêzî beşdarî hikûmeta Iraqê bibe

Hewlêr (Rûdaw) – Sekretêrê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî civîna li gel Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê li Hewlêrê, di dauxyaniyeke rojnamevanî de ragihand, wê şandê daxwaz kir, ku PDK bi awayekê bihêz beşdarî di hikûmeta Iraqê de bike, daku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê asayî bibin û vegerin bo demên berê.

 

Şandeke pilebilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, îro li gel Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) civiya. Şanda Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê ji aliyê Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî bi dawî hatina civînê, Sekretêrê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî daxuyaniyeke kurt da medyayê.

 

Sekretêrê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di derbarê civîna polîtburoya PDKê ligel şanda Şîe û Sunneyan de ragihand, ew şand hatibû Hewlêrê ji bo ku di derbarê rewşa Iraqê de ligel serok Barzanî bicive û herwiha xwestin, ku pêwendiyeke wan a baş li gel Kurd bi giştî û ligel PDKê bi taybetî hebe.

 

Fazil Mîranî da xuyakirin,  wê şandê herwiha daxwaz kirin, ji bo hikûmeta dahatî ya Iraqê bernameyeke hevbeş hebe û alîkariya serokwezîrê erkdarkirî Adil Ebdulmehdî were kirin.

 

Mîranî herwiha da zanîn, ku wê şandê tekez kir, ku PDKê bi xurtî beşdarî hikûmeta bihê ya Iraqê bibe, ji bo ku rewşa Iraqê ber bi başbûnê ve biçe û pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê vegere weke berê.

 

Mîranî wiha axivî: “Ev şanda ku hatî, şanda Hvepeymaniya Çaksaziyê ye bi serokatiya Emar Hekîm, Salih Mutleg têde bûye li gel Xalid El-Ubêydî û cemaeta  Eyad Ellawî, Kazim Şumurî têde bû û bi giştî fraksyona çaksaziyê bû. Ew şand hatibûn, ku yekem serdana serok Mesûd Barzanî bikin bo gotûbêjkirina vê rewşa ku niha li Iraqê heye. Ya duyem, ew bi baş dibînin ku pêwendiyên wan li gel Kurd bi şêweyekê giştî û li gel PDKê bi taybetî baş bin, û hewl hebin jibo ku bi hev re bernameyeke hevbeş hebe bo beşdarîkirina di hikûmeta nû ya Iraqê de û alîkariya Adil Ebdulmehdî bikin. Ya sêyem, ew bi baş dibînin bi pêdagirî ve ku Partiya Demokrata Kurdistanê bi hêz ve beşdar be di hikûmeta dahatî ya Bexdayê de, ji bo ku rewşa Iraqê berev seqamgîriyê biçe, pêwnediyên navbera Herêmê û Bexdayê vegere bo demên berê û ew şêwaza desthilatdariya şaş û bêserûberê caran û ew nêrîna serdestî êdî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nebe.”

 

Sekreterê Polîtboruya PDKê destnîşan kir, PDKê bernameya xwe pêşkêşî wê şandê kir û têde tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku bi zimanê serdestiyê hukmê Iraqê neyê kirin û mafên Herêma Kurdistanê werin bicîkirin.

 

Derbarê wê yekê de ku PDKê ji wê şanda bilind a Şîe û Sunneyên Iraqê re çi got, Fazil Mîranî da zanîn: “Me ji wan re got, tiştekî baş e û em jî dê pêwnediyê bi we bikin, me bernameya xwe daye Dr. Adil Ebdulmehdî, me mekanîzm ji bo çawaniya desthilatdariya Iraqê diyar kirine, mezin û biçûk nîne, me hemûyan bi hev re berjewendiya hevbeş heye, çi erkek li ser me ye em dê erkên xwe cîbicî bikin, lê belê me çi mafek jî heye, divê em mafên xwe werbigrin. Ne erk bêyî maf dibe û ne jî maf bêyî erk dibe, ew jî prensîpa şirîkatiyê, balans û tifaq û lihevkirinê di navbera me û Bexdayê de ye. Em bi vî awayî hewl didin û diçin pêş.”

 

Herwiha serkirdeyê Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê, Salih Mutleg jî piştî bi dawî hatina civîna bi PDKê re di daxuyaniyeke kurt a rojnamevanî de ragihand: “Civîneke gelekî baş bû têgihiştineke baş di navbera Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê û Partiya Demokrata Kurdistanê de hebû, ez geşbînim dê her tişt baş birêve biçe ku xêra Iraqê bi Kurd, Ereb, Tirkumen û hemû pêkhateyên wê hebe.”

 

Biryar e şanda Hvepeymaniya Çaksazî û Avedankirinê sibe Duşembiyê 15ê Cotmeha 2018ê serdana bajarê Silêmaniyê jî bike û li wê derê li gel çend aliyên din ên Kurdistanî jî bicive û nêrîna aliyên Kurd li ser çawaniya beşdariya di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de werbigre.