Li Bakurê Kurdistanê dor gehişte muxtaran

14-10-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Muxtar Suleyman Soylu
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê piştî girtin û dûrxistina siyasetmedar, aktîvîst, rojnameger, parêzvanên gundan bi hinceta endambûna PKK/KCKê niha jî dor gehişte muxtarên gundan. Piştî girtina 3 muxtaran li bajarê Wanê niha tê gotin ku dê hejmareke zêde ya muxtaran ji kar bên avêtin.

 

Li gor medya Tirkiyê, bi hinceta endambûn an jî hevkarîkirina PKK/KCKê dê hejmareke zêde ya muxtarên bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ji kar bên dûrxistin.


Berî çend rojan bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 635 parêzvanên gund ji kar hatibûn dûrxistin. Li bajarê Wanê jî 3 muxtar ku di operasyonekê de hatibûn binçavkirin, doh hatin girtin.


Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, bi fermana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku fermanên PKKê anîne cih û kadroyên wê partiyê yên çiyê li malan bicîh kirine, dê gelek muxtar ji kar bên dûrxistin.


Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî berî niha derbarê mijarê de gotibû: "Hinek muxtar hene serê xwe ji gefên PKKê re ditewînin, em wan efû nakin." Lewra tê gotin ku piştî vê axaftinê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ketiye tevgerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst