Sedî Pîre: Şanda YNKê bi tenê naçe Bexdayê

14-10-2017
RÛDAW
Nîşan YNK Bexda Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre gotegotên ku dibêjin dê şandeke YNKê here Bexdayê, red kir.


Sedî Pîre ji Rûdawê re ragihand: Bi riyên cuda hewlên aramkirina rewşê berdewam dikin. Lê ti biryarek nîne şandekê YNKê bi tenê ji bo danûstandinan here Bexdayê.”

 

Di 2 rojên derbasbûyî de hikûmeta Iraqê hêzeke zêde şandiye ser sînorê navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

 

Hatina leşkerên Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî ya li ser sînorê Kerkûkê, rewşa li herêmê aloz kir û ji ber vê yekê hêzên pêşmerge ketin amadebaşiyê.

 

Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de hişyarî dan û banga aramkirina rewşê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst