Fermandeyê Pêşmerge: Parastina Kerkûkê erka hemû aliyan e

Kerkûk (Rûdaw) – Bepirsê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî, derbarê êrişên Heşda Şeibî yên li Kerkûkê de got, Hêzên Pêşmerge amadekariyên xwe li beramberî her êrişekê temam kirine û her hêzek êrişê bike, Hêzên Pêşmerge dê bi tundî bersiva wê bide.

 

Bepirsê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di konfiranseke rojnamevanî de diyar kir ku ew ji bo şerê li DAIŞê li sengerên şerî di amadebaşiyê de ne û wiha domand: “Em ne jib o şerê hêzên ewlekariya Iraqê di amadebaşiyê de ne, lê her hêzek şaştiyekê bike, Hêzên Pêşmerge bersiva wê bi tundî bide.”


Kemal Kerkûkî wiha got: “Me bergiriyên xwe yên pewit pêk anîne. Em hêvî dikin ji şaşiyeke nekin û nebin sedema destpêkirina şer dîsa hizrên xwe bikin. Heger ew şaşî bê kirin herdu alî, xelkê sivîl û pêvajoya demokrasiya herêmê dê zerarê bibîne.”


Kerkûkî ragihand weke ku  çawa pêşmerge şerê DAIŞê kiriye, ew amadene şerê her aliyekî din jî bikin ,ku metirsiyê ser gelê Kurdistanê çêbike û ji ti eniyan xwe venekişyane.

 

Bepirsê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Rojavayê Kerkûkê amahe bi wê yekê jî kir ku Heşda Şeibî çekên ji bo şerê li dijî DAIŞê ji hêzên hevpeymaniya navdewletî wergirtine berê wan dide Hêzên Pêşmerge û got: “Parastina bajarê Kerkûkê erka tevahiya partiyên siyasî ne. Dîrok dê kesên dest jê berde efû neke.”

 

Di 2 rojên derbasbûyî de hikûmeta Iraqê hêzeke zêde şandiye ser sînorê navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

 

Hatina leşkerên Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî ya li ser sînorê Kerkûkê, rewşa li herêmê aloz kir û ji ber vê yekê hêzên pêşmerge ketin amadebaşiyê.

 

Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de hişyarî dan û banga aramkirina rewşê kirin.