Rojava – Rêveberiya Xweser li Hesekê serjimêrî encam da

14-10-2016
RÛDAW
Li Hesekê serjimêrî hat encamdan
Li Hesekê serjimêrî hat encamdan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Rêveberiya Xweser Serjimêrî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îro li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê serjimêriya giştî hat encamdan.

 

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro li bajarê Hesekê serjimêriya giştî birêve bir. Serjimêrî di çarçoveya kampaniyaya “Ez li Vir im” de, hat birêvebirin.

 

Serjimêriyê ji saet 08:00ê serê sibehî dest pê kir û heta êvariya îro berdewam kir.

 

Ji aliyê komîteya birêvebiria serjimêriyê ve 3 hezar û 250 kes bo xebata îro hatibûn erkdarkirin.

 

Li gorî agahiyan, bo encamdana serjimirê, bajarê Hesekê bi ser çend deverên hatibû dabeşkirin.

 

Di dema pêkanîna serjimêriyê de, Asayişa Rêveberiya Xweser hatinûçûn li nav bajarê Hesekê dabû qedexekirin.

 

Herwiha li ber encamdana serjimêriyê, Hikûmeta Sûriyê ezmûnên li Zanîngeha Hesekê paş xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst