CIZÎR - Bombe teqiya

14-10-2015
Mahîr Yûksel
Nîşan Cizîre Teqîn Bombe
A+ A-

Cizîre (Rûdaw) – Îro li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê bombeyek teqiya.

 

Li gor agahiyan, îro 14ê Cotmehê li navçeya Cizîra Botan a girêdayê parêzgeha Şirnexê saet 11.30 'ê berî nîvro li taxa Torê li ser bazara kevin bombeyek teqiya.

 

Nîştecîhên taxê ji Rudawê re gotin, ku polîsên Tirkiyeyê ji wan re gotine ku derbarê bombeyê de agahî ji wan re çûye.

 

Hat zanîn, li ser vê yekê jî polîs hatine bazara kevin û bombe bi awayeke kontrolkirî ji aliyê wan ve hatiye teqandin.

 

Li gor agahiyan ku gihîştin Rûdawê, di encama teqînê de gelek xanî, dokan û kargehên xelkê ziyan dîtin, lê belê ti kuştî û birîndar tinebûn.












Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst