Diyadîn Firat: Divê rêxistineke nû li ser sîstema nû bê avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclîsa DEM Partiyê Şêx Diyadîn Firat ragihand ku piştî hilbijartinên şaredariyan derket holê ku divê rêxistineke nû li ser sîstema nû bê avakirin.

Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî ya DEM Partiyê bi dirûşma “Em ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin” li Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) dest pê kir.

Endamê Meclîsa DEM Partiyê Şêx Diyadîn Firat derbarê konferansê ji Nûçegihanê Rûdawê Şevket Herkî re axivî.

“Li bajar û bajarokan xebatên me çêbûn”

Şêx Diyadîn Firat wiha got:

“Em 31ê Adarê ji hilbijartinên şaredariyên derketin û ji wê demê ve 7 meh derbas bûn.

Me li sê bajarên mezin qezenc kir. Ev yekê jî dide nîşandin ku divê rêxistineke nû li ser sîstema nû bê avakirin.

Li bajar û bajarokan xebatên me çêbûn û wan nêrînên xwe anîn ziman.

Doh konferansa jinan hebû ya îro jî bi giştî ye. Em dibêjin em li ser şert û mercên nû rêxistineke çawa ava bikin, hevalên me yên jin û mêr jî derbarê vê nêrînên xwe dibêjin.”

Şêx Diyadîn Firat amaje bi wê yekê kir ku di nav partiyan wan de hinek sistayî çêbûye û ew dixwazin bi rêya vê konferansê jî wê sistayiyê çareser bikin.

“Gef li ser partiyê hene”

Derbarê sedemên kêmasiyên DEM Partiyê de jî Firat wiha got:

“Sedema yekemîn azadî ye. Azadî nebe rêxistin jî nabe, siyaset jî nabe û aborî jî nabe.

Gef li ser partiyê hene û ev yek jî bandora xwe dike. Kadroyên partiyê di girtîgehan de ne û tejîkirina li şûna wan gelekî zehmet e.

Ji bo avakirina rêxistineke nû pêwîstî bî demê heye û em ji bo vê yekê di nav lêgerînê de ne.”

“Pêwîst e em xitabî ciwanan bikin”

Firat amaje bi girîngiya ciwan a tevlîbûna partiya wan kir û got:

“Ciwan rojane dijîn, medyaya civakî gelekî bandorê li ser ciwan dike.

Pêwîst e em xitabî ciwanan bikin û li gorî wan bernameyan amade bikin. Lêgerîna me jî li ser vê yekê ye.”

“Bûyera Narînê ne zelal e”

Firat her wiha da zanîn ku Rêxistina Amedê ya DEM Partiyê bi mijara kuştina Narîn Gurana 8 salî re eleqeder dibe û got:

Ev mijar ne gelekî zelal e, tiştên krimînal hene û hewce ye mirov li ser vê yekê rawest e.”

Li ser pirsa "Şaredariyên DEM Partiyê niha li ser sîstemeke çawa kar dikin?” jî Diyadîn Firat wiha got:

“Gefa avêtina qeyûman li ser şaredariyan wekî psîkolojîk heye. Ev jî dibe sedem ku di bername, plan û karên şaredariyan de tengasî çêbin.

Hewce ye em bi desthilatdariyê re bi rêya diyalogê çareser bikin. Bi şiklekê em dê vê çareser bikin.”