Li Rihayê pevçûn: 4 kes birîndar bûn

14-09-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê di pevçûna biçek de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li Taxa Haci Omerê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar pevçûn derket.

Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Ramazan Ç. (60), Yusuf Ç. (21), Ramazan Ç. (55) û Habîp D. (44) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.

Hat ragihandin rewşa Yusuf Ç. giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst