KERKÛK - Zeviyên Kurd û Tirkmenan li wan tên vegerandin

14-09-2023
Nîşan Kerkûk Zevî Tapo Kurd Tirkmen Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Reveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê biryar da ku 300 hezar donim zevî li Kurd û Tirkmenan vegerîne.

Rejîmê Beasê li Kerkûkê zeviyên Kurd û Tirkmenan dagir kiribûn.

Encûmena Wezîran a Îraqê sala 2012an biryar dabû ku van zeviyan li xwediyê wan vegerîne.

Reveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê dest pê kir ku vê biryarê bi cih bîne û zeviyên Kurd û Tirkmenan li wan vegerîne.

Reveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê, 11ê Îlonê ji reveberiyên çandiniyê yên Pirdê, Yaycî, Multeqa, Taze, Leylan, Sergeran, Şiwan û Qerehencîrê nivîsek şand.

Reveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê, di vê nivîsa xwe de xwest ku biryara Encûmena Wezîran a Îraqê were cîbicîkirin.

Serokê Lijneya Parastina Cotkaran a Sergeranê Mihemed Sadiq da zanîn ku ev biryar di encama hevdîtinên wan ên bi Wezareta Çandiniyê ya Îraqê û Komîsyona Cîbicîkirina Madeya 140î de hatiye standin.

“Dê 2 hezar 888 tapo bên betalkirin”

Mihemed Sadiq, amaje pê kir ku dê bi vê biryarê re tapoyên Erebên hawirde betal bibin û got:

“Zeviyên Kurd û Tirkmenan bi zorê ji wan standibûn û dabûn Erebên hawirde. Dê bi vê biryarê re 2 hezar 888 tapo bên betalkirin.

Li Pirdê û Şiwanê dê 285 donim hezar zevî li xwediyên wan bên vegerandin. Dê piraniya wan zeviyan li Kurdan bên vegerandin û beşek ji wan jî li Tirkmenan.”

Rejîma Beasê, sala 1975an li Kerkûkê dest danîbû ser 400 hezar donim zeviyên Kurd û Tirkmenan û ev zevî dabûn Erebên Hawirde.

Salên dawiyê gelek caran li ser van zeviyan di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de pêvçûnan rû dida.

Encûmena Wezîran a Îraqê sala 2012an biryar dabû ku “ev zevî li xwediyên wan bên vegerandin, Erebên hawride vegerin cihên xwe û xisarên xelkê werin qerebûkirin.”

Nûnerê cotkarê Topzawayî Satih Nesîh da zanîn ku pêvajoyê dest pê kiriye û got:

“Wan xwest ku cotkarên xwedîtapo werin serî lê bidin. Dê tapoyan bidin cotkarên Kurd û Tirkmen ku xwediyên van zeviyan ên heqîqî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst