AMED - Dê Festîvala Çand û Hunerê bê lidarxistin

14-09-2023
RÛDAW
Nîşan Festîvala Çand û Hunerê Amed Kolana Hunerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê dê "1emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kolana Hunerê” bê lidarxistin.

Festîval ji aliyê Komeleya Xweşikkirin û Parastina Kolana Hunerê ya Ofîsê ve tê organizekirin.

Festîvala navborî dê 5-8ê Çiriya Pêşîn li Kolana Hunerê ya li Yenîşehîra Amedê bê lidarxistin.

Di festîvalê de çalakiyên curbicur hene

Di Festîvalê de dê çalakiyên wekî tiyatro, govendên gelerî, pêşbirk, vegotin, konser û pêşangeha wêneyan cih bigirin.

Serokê Komeleyê Umît Umdu diyar kir ku ew kedeke mezin didin ji bo ku kolan bigihêje rewşa ku heq dike.

“Kolana Hunerê ji bo vejandina çandê hat vekirin”

Umdu eşkere kir ku Kolana Hunerê ya li Yenîşehîrê di salên 2000an de ji bo vejandina çand û hunerê hat avakirin û got:

“Di encama hevdîtin û hewlan de me wisa kiriye ku kolan di warê huner û çandê de geşeyê bide.

Ji bo huner, çand û wêjeya xwe zindî bihêlin em dê 1emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kolana Hunerê li dar bixin.

Festîvala me dê di navbera 5-8ê Çiriya Pêşîn de bê lidarxistin.

Em hemû gelê Amedê 5ê Çiriya Pêşîn bi cil û bergên herêmî vedixwînin merasîma vekirinê.

Di Festîvalê de dê çalakiyên curbicur ên wekî çand, hunerî, skeç, pêşbirk, vegotin, konser û sêhrbaziyê bên lidarxistin.

Em hemû welatiyan vedixwînin festîvalê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst