Ji bo Agirî, Wan û Colemêrgê hişyariya barana gur
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo bajarên Agirî, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê îro li hinek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.
Li gorî Saziya Keşnasiyê dê li başûrê Agiriyê, li bakur û rojhilatê Wanê û li herêmên bakurê Colemêrgê baraneke gur bibare.
Herwiha pileya germê jî li gor demsalê di navbera 1-3 pileyan de dadikeve.
Ji aliyê din ve, doh li lûtkeyên Çiyayê Agiriyê berf bariya û berfê çiya spî kir.