Şandeyeke Rêveberiya Xweser li Dêrezorê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rewşa ewlehiyê ya Dêrezorê kontrol kiriye û rêbend û xalên xwe yên pişkinînê bi cih kirine.

Rewşa jiyana xelkê jî li navçeyê, li piraniya gund û bajarokan normal bûye.

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a bi serokatiya Hevserokên Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Hisên Osman, ji bo nirxandina rewşa xizmetguzariyê û pêdiviyên navçeyê, çû parêzgeha Dêrezorê.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi Rêveberiya Sivîl a Dêrezorê re civiya û rewşa navçeyê gotûbêj kir.

Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Dêrezorê Mihemed El-Receb ragihand ku niha ew hewl didin saziyênnû ava bikin. 

Mihemed El-Receb ji xelkê navçeyê xwest ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.

“Piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin”

Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Dêrezorê Mihemed Receb got:

“Em niha zeraran dinirxînin û rêjeya têkdan û têkçûnê destnîşan dikin da ku em van sazî û dezgehên xizmetguzariyê çêbikin.

Zerar gihiştibû wêstgehên avê û şarederiyan. Wekî min got, di tevahiya rojên krîzê de xizmetguzariyên sereke yên wek av, nan û xizmetguzariyên bijîşkî ranewestiyane.

Îro Dêrezor bi temamî vedigere rewşa xwe ya normal. Ez dubare dibêjim ku fikra me li ser hişyariya eşîretên me û girêdana wan a bi rêveberiyê re bû.

Em bangî gelê xwe dikin û ji wan dixwazin ku li dor vê rêveberiyê bicivin û vê komployê fem bikin ku hewl dide derbeyê li aramî û cîgiriya navçeyê bide.”

Tevî ku şer û pevçûn li navçeyê nemane û HSD û Asayîşê rewş kontrol kiriye jî hinek çekdar êrişî hin xalên HSDyê dikin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, roja çarşemê, hejmarek çekdar êrişî rêbendeke HSDyê ya li ser rêya Hesekê-Dêrezorê kiriye.

HSDyê heta niha daxuyanî li ser vê yekê nedaye.