Dirbêsiyê: Cendirmeyên Tirkiyeyê şkence li 5 ciwanên Sûriyeyî kir

14-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dirbêsiyê Cendirme Şkencekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Til Tişrînê yê rojhilatê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê cendirmeyên Tirkiyeyê şkence li 5 ciwanên Sûriyeyî kir.

Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bi Bakurê Kurdistanê re hevsînor e.

Cendirmeyan bi dijwarî şkence li 5 ciwanên ku dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibin, kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Til Tişrînê yê rojhilatê bajarê Dirbêsiyê, 5 ciwanên Sûriyeyî yên 17-19 salî li rastî şkenceya cendirmeyan hatin.

SOHRê destnîşan kir ku wan dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibin, cendirmeyan ew girtin û bi dijwarî şkence li wan kir.

SOHRê herwiha anî ziman, piştre ew avêtin aliyê sînorê Rojavayê Kurdistanê, niha li nexweşxaneyên Qamişloyê tên dermankirin.

Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê jî 24ê Tebaxê cendirmeyên Tirkiyeyê ciwanekî Sûriyeyî yê xelkê Quneytreyê bi dijwarî şkence li wan kir û wî di encamê de canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst