Gola Wanê biçûk dibe

14-09-2023
RÛDAW
Şiklê golê hatiye guherîn
Şiklê golê hatiye guherîn
Nîşan Gola Wanê Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rûberê gola herî mezin a Kurdistanê, Gola Wanê ji ber hişkesaliyê biçûk bûye.

Gola Wanê ji herdemê zêdetir di bin metirsiya bertengbûnê de ye.

Barana kêm û germahiya zêde dibe sedema çêbûna hilma zêde û hilm jî rûberê Gola Wanê roj bi roj biçûktir dike.

Mirov wê ziwabûnê li kendava Erdîşê bi zelalî dibîne.

Asta biçûkbûnê di wêneyên NASAyê de tê dîtin

Qadeke 25 kîlometre ducar ku 2 sal berê avî bû lê niha ziwa bûye.

Vekişîna avê  ji peravên  Gola Wanê herî zelal  di dîmenên sateleytên NASA û Ajansa Fezayê ya Ewropayê de diyar dibe.

Guherîneke berçav heye

Nexşeyên salên 2021 û 2023yan yên Gola Wanê nîşan  didin ku tenê di nava 2 salên borî  de guherîneke çiqasî mezin çêbûye.

Mamosteyê Beşa Berhemên Avî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê  Dr. Mustafa Akkuş derbarê mijarê de axivî.

“Şiklê Golê Wanê guheriye”

Dr. Mustafa Akkuş diyar kir ku di salên dawî de kêmiya baranan û germahiya zêde bandor li golê kiriye û got:

“Wê yekê wekî hemû golan bandor li Gola Wanê jî kiriye. Şiklê gola Wanê yê ku em hemû dizanin hinekê guheriye.

Bi taybet li kendava Erdîşê guherîneke cidî heye. Wate dema em nexşeya salên borî û îro ya Gola Wanê dinêrin, em bi eşkere dibînin ku şiklê wê guheriye.”

Berê masî dihatin girtin lê niha bûye çêrgeh

Berê masîgirên Erdîşê li qeraxên golê bi beleman masî digirtin lê niha li heman cih giha şîn bûye û bûye çêrgeha ajelan.

Herwiha hinek cotkarên navçeyê niha li ser rûberê hişkbûyî yê golê çandiniyê dikin.

Xwediyê pez Kiliç Kaçak got, “Em li vê derê dijîn. Berê ev der avî bûn. Dema gol vekişiya giya şîn bû û em li vê derê ajelên xwe diçerînin.

Hinek heval hene cotkariyê jî dikin û li ser rûberê vekişyayî yê golê berhemên xwe diçînin.”

Rûberê gola Wanê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşe ye lê pispor dibêjin ji ber hişkesaliya çend salên dawî ew rûber derdora 100 kîlometre çargoşe biçûk bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst