Li Şirnexê berî meşa dijî birîna daran qedexeya çalakiyan hat ragihandin

14-09-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê ragihand ku li parêzgehê meş, çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Piştî ku Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê biryar dan li dijî birîna daristanên Kurdistanê roja 17ê Îlonê li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Li hemberî şer û talankirina xwezayê em dimeşin” meşekê bikin, li sînorê parêzgehê qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê bi biryarekê hemû cor meş, çalakî û xwepêşandan li sînorê wê parêzgehê di navbera 13ê Îlonê heta 27ê Îlonê de qedexe kirin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji bilî çalakiyên wek cejnên fermî, bîranînên fermî û merasîm, bername, civîn û xwepêşandanên ku parêzgarî û qeymeqamtî destûrê bidin li hemû parêzgehê, civîn, xwepêşandan, pêşwazîya bikom û oxirkirin, daxuyaniyên sazî li derveyî avahiya xwe bidin, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana kon, merasîmên bîranînê, konser û hemû cor çalakî di navbera 13ê Îlonê demjimêr 00:01ê heta 27ê Îlonê demjimêr 23:59 hatine qedexekirin.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, hatina her kes û otombîlekê ku ji derveyî bajêr bo beşdariya di çalakiyên plankirî de dixwazin bên parêzgehê, hatiye qedexekirin.

Ev demeke dirêj e ku dar û daristanên Şirnex a Bakurê Kurdistanê têne talankirin û rewş gihîştiye asteke metirsîdar. Bi taybetî li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabarê û herêma Bestayê ya Şirnexê ew 2 sal in bi awayekî sîstematîk dar tên birîn.

Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ragihandine ku roja 17ê Îlonê li dijî birîna daristanên Kurdistanê li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Li hemberî şer û talankirina xwezayê em dimeşin” meşekê li dar bixin.

Li gor rapora Baroya Şirnexê di nava çend mehan de ji sedî 8ê daristanên Şirnexê kêm bûne. Rojane bi sedan tonên daran têne birîn, li barhilgiran tên barkirin û bo bajarên Tirkiyê tên veguhastin û tên difroşin, îhaleya daran jî dane cerdevanan.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz berî mehekê derbarê birîna daran de ji Rûdawê re gotibû: “Eger wiha berdewam bike û darên me wiha bên birîn heta çend salan xelkê vê derê nikarin nefesê jî bistînin. Qismek li milê Besta ji hêla cerdevanan ve tên birîn û îhale dane cerdevanan. Li hin deran jî dibêjin hûn herin daran bibirin hûn çi dikin bikin. Beşek jî didin leşkeran gotine, herin bibirin ji sedî 60 bo we sedî 40 bo me.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst