Li Efrînê di dema mûsima zeytûnan de girtina welatiyên Kurd zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê di nava 3 rojan de, 14 welatiyên Kurd ji aliyê îstixbarata Tirkiyê û polîsên opozisyona Sûriyê ve hatine girtin, heta niha çarnivîsa 2 girtiyan jî ne diyar e. Şarezayê darzeytûnan Bekir Mihemed Aloko di derbarê girtina welatiyan de got “girtin herdem li Efrînê heye, lê di dema mewsimê de zêde dibe.”

Li herdu nahiyeyên Cindirês û Mabata, Polîsên Serbazî yên Opozisyona Sûriyê û Istixbarata Tirkiyê 14 welatiyên kurd girtine girtine, di nav de pîremêrekî pîremêrekî 90 salî û pîrejineke 65 salî hene

Mistefa Şêxo, çalak di belgekirina binpêkirinan de, ji Rûdawê re got, li nahiyeya Cindirêsê, 4 welatiyên Kurd roja 8ê Îlonê hatine girtin û paşê li hember fidiye hatine azadkirin.

Li gundê Dargirê ser bi Mabatayê ve, roja 10Îlonê10 welatiyên Kurd hatine girtin, di nav de, pîtremêrên 90 salî, 80 dalî û 7 salî hene, hewiha jî pîrejineke 65 salî hebûye. 8 li hember fidiye hatine azadkirinû her yek ji Cîhad Sebrî Dawûd û Sebrî Ehmed girtî ne.

Bekir Mihemed Aloko, şarezayê biwarê darzeytûnan ji Rûdawê re got girtin herdem li Efrînê heye, lê di dema mewsimê de zêde dibe.

Şarezayê darzeytûnan Bekir Mihemed Aloko dibêje “Van rojan girtin pir bûne û ji berê vê jî girtin heye qet ranewestiyaye. Du sedemên serekê yên van girtinan hene. Sedema yekem ev leşker û çeteyên li wê derê bê mûçe ne, yê ku mûçeyên van hene jî nagihîje 40 dolarî, birçî ne. Wexta mûsimê bi hinceta eskeriyê her merivek 3-4 caran hatine girtin lê wexta mûsima zeytûnan mirov zêde tên girtin.

Aloko herwiha gazin jin xelkê herêm kir ku alîkariya grûpên çekdar dikin.

Bekir Mihemed Aloko got jî “Ji berê de dibêjin kurmê darê ne ji darê be dar nakeve. Xelkê me yê li wê derê pir jê hene ku ji hevdu hez nakin, ji hevdû dihesidin, bira li bira fesadiyê dike, cîran li cîran fesadiyê dike. Wexta ku fesadî nebe ew leşker nizane çi di mala wî de heye, çi tine, çi karî dike. Tiştên basît dikin hêçet û tên wî merivî digrin û perê jê distînin. Dizanin wexta mûsimêye, wexta zeytûnê ye pere bi xelkê re çê dibe tên bi wê hêçetê pere ji xelkê distînin.”

Ehmed Şêxo, ku xelkê gundê Şêxûrzê yê nahiyeya Bilbilê ye, ji Rûdawê re got, bi hatina werzê zeytûnan, grûpên çekdar 50% ji dahata cotyarên nahiyeyê distînin.

Çalakvan  Ehmed Şêxo anî ziman “Wek ku em dizanin îro herêma Efrînê ber bi mûsimê zeytûnan ve diçe lê mixabin îro miletê me ne xwedî mal û milkê xwe ye, ne xwedî darên xwe ye. Li gorî agahiyên di destê me de hin malbat vegeriyane gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê. Malbatên ku karîbûn herin nav erdên xwe neçar dibin serê darê 4 hezar heta 5 hezar lîreyê Sûrî bacê bidin komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê. Piştî berhevkirina mûsima zeytûnan jî miletê me neçar dibe ku nîvê mûsim teslîmî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bikin. Her wisa miletê me yên ku vegeriyane nikarin xwedî li mal û milkên xwe derkevin.”

Li herêma Efrînê, werzê berhevkirina zeytûnan di destpêka meha Mijdar destpê dikir. Lê piştî dagîrkirina herêmê, ji tirsa dizî û talankirinê, cotyarên herêmê pêşwexte, di destpêka meha Cotmehê de dest bi berhevkirina zeytûnan dikin. Li gor şarezayan ev behevkirina pêşwexte bandoreke nerênî li ser rêjeya dahatê dike.