Adem Bulut: Ev der ne mala we ye û dê tu carî jî nebe

14-09-2022
RÛDAW
Adem Bulut: Ev der ne mala we ye û dê tu carî jî nebe
Adem Bulut: Ev der ne mala we ye û dê tu carî jî nebe
Nîşan Adem Bulut Kelehe Zerzewanê Performans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya çend rojan li Keleha Zerzewanê ya li Amedê hunermendê performansê yê Kurd Adem Bulut, di çalakiyeke şanoyî ya bi navê “Recma Şeytên” de panêla hesinî ya ku piştre li wir hatiye danîn dabû ber berûyan. Performansvan Adem Bulut got, “Dixwazin van deran bikine malên xwe, min jî ev tişt rexne kir. Ev der ne mala we ye û dê tu carî jî nebe.”

Adem Bulut ji ber performansa xwe ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û piştî demekê hate azadkirin.

Li ser wê panelê bi “Gokturkî” nivîsîne, li asman binûre, heyvê bibîne. Bulut dibêje, dixwazin bi vî rengî çanda me ji reseniya wê dûr bixin.

Performansvan Adem Bulut li ser çalakiya xwe û armanca wê îro Çarşemê 14ê Îlona 2022an bi Rûdawê re axivî û got, “Dixwazin asîmilasyoneke kulturî çê bikin, li ser keleh û cihên din ên dîrokî, dema min ev tişt dîtin ez pê aciz bûm. Min got, divê li ser vî tiştî ez karekî hunerî bikim. Wekî din performansên min hene lê bi avayî li ser motîfên dînî, min wek şeytanekî ew format dît.”

Performansvan Adem Bulut anî ziman, “Ji xwe bi zimanekî ku ne zimanê me ye, aîdî vê dîrokê nîne û tiştekî alaqaya wê bi wan ve nîne, dixwazin bi xwe ve girê bidin. Ez li ser vê fikirîm û min got divê ez tiştekî bikim, bertekeke çawa nîşan bidim ku bi karekî hunerî vî tiştî rexne bikim. Min berê xwest bi kevirên kelehê wê recm bikim lê paşê min got, ez motîfeke Kurdistanê bikar bînim dê çêtir be ku ew jî berû bû. Min li wê derê berû kom kirin ku li wê derê gelek baxên berûyan hene. Min heft qûç berû danîn derdora monolîtê. Wek ku çawa di Îslamê de jî heye, bi heft tûran hec temam dibe, min xwest ez wan heft qûç berûyan bavêjim û performansa xwe biqedînim.”

Performansvan Adem Bulut her wiha diyar kir ku ev monolît li Girê Mirazan a Rihayê jî bi cih kiribûn û dibêjin kê daniye ne diyar e.

Performansvan Adem Bulut li ser armanca danîna monolîtan anî ziman, “Tişta ku dibêjin ne diyar e kê daniye, pêkenî ye. Min xwest ez li wir vîdeoyeke 20-30 xulekî bigirim lê nehîştin ku ez bigirim, gotin destûr tune. Heger destûr tune çawa dibe, xebatkar û leşker li wir hene ku kes nizanibe kê ew daniye wê derê, dê çawa ewqas li wir bisekine. Ji ber vê meriv dizane ku sîstemê ew daniye wir, ya Girê Mirazan jî heman tişt bû. Dixwazin wan deran bikine malên xwe, min jî ev tişt rexne kir. Ev der ne mala we ye û dê tu carî jî nebe.”

Performansvan Adem Bulut destnîşan kir ku dixwazin çandeke ne xwezayî çê bikin ser erdnîgariyê û wî îlham ji nivîsa Îbrahîm Xelîl Baran a bi navê “Kurdistan Berû ye” wergirtiye.

Adem Bulut ê ku navê performansa xwe kiribû, “Recma Şeytên” berî ku dest bi performansa xwe bike li ser hesabê xwe yê Twitterê bangewaziyek belav kiribû.

Adem Bulut di bangewaziya performansa xwe ya bi navî “Recma Şeytên” a ku ji aliyê Omer Faruk Baran ve hatiye nivîsand de got, “Ji sala 2021an vir ve li cîhên tarîxî yên bajarên Kurdan ‘’tişt’’ têne bi cîh kirin û medyaya nêzîkî dewleta Tirk wan bi sir û esrar servîs dike. Bi wê sir û esrarê tê îdiakirin ku kes nizane kê ew ‘’tişt’’ li wan cîhên tarîxî bi cîh kirine lê eşkere ye ku sîstemê ew danîne wir û ew wan diparêze. Ew cîh bûne berhemên mîrasa kulturî, lê sazî û dezgehan ser wan ‘’tişt’’ên li cîhên tarîxî hatine bi cîh kirin deng nekirine, bertek nîşan nedane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst