'Kuştina Mûsa Anter polîtîkayeke dewletê bû, doz bi zanebûn hat dirêjkirin'

Amed (Rûdaw) - Dîcle Anter kurê Mûsa Anter di derbarê kuştina bavê de dibêje “Kuştina Mûsa Anter polîtîkayeke dewletê bû. Ji xwe di rapora Kûtlû Savaş de jî diyar dibe ku dewletê veya kiriye. Tişta diyar ev e. Eger di doza Mûsa Anter de encamek çêbe, kujerê wî diyar bibe, ev doz dê wê çaxê xilas bibe.”

Doza kuştina nivîskar û rojnameger Mûsa Anter 6 roj şûnde demborî dibe. Berî demborîbûnê 36e mîn rûniştina dozê di 15ê îlonê de li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dê bi rê ve here. Eger e ku dozeke din a ji salên 90î ku di çarçoveya kuştinên ku kujerên wan nediyar in de tên binavkirin bê encam û  bêcezabûnê bidawî bibe.

Di erîşa çekdarî ya li hember Mûsa Anter de parlementerê niha yê AKPê Orhan Mîroglû jî giran birîndar bibû û doza kuştina Anter di 2013an de hatibû vekirin lê neh sal in hêj encameke tekez ji dozê derneketiye. Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter jî bertek nîşanî rêvebirina proseya dozê dide.

Dîcle Anter kurê Mûsa Anter got “Mûsa Anter ji bo çi hat kuştin. Mûsa Anter neheqiyê qebûl nedikir. Mûsa Anter nîjadperestiyê qebûl nedikir. Mûsa Anter doza Kurdewariyê pêşxist. Îdealîst bû nedixwest Kurd biêşin. Kuştina Mûsa Anter polîtîkayeke dewletê bû. Ji xwe di rapora Kûtlû Savaş de jî diyar dibe ku dewletê veya kiriye. Tişta diyar ev e. Eger di doza Mûsa Anter de encamek çêbe, kujerê wî diyar bibe ev doz dê wê çaxê xilas bibe. Wê deme ev dê ji bo dozên din jî bibe emsal. Dê wisa bibe ku kuştina mirovan wisa hêsan nebe.”

Cîhê  yek ji gumanbarên dozê Mehmûd Yildirim ê ku bi nasnava Yeşîl tê naskirin heta niha nehatiye tesbîtkirin. Yek ji gumanbarê din ê dozê jî personelê JÎTEMê û îtîrafkarê PKKê Ebdulqadir Aygan jî ji ber ku li derveyî welat dijî di derbarê dozê de îfade nedaye û doz jî yekalî nebûye.

Parêzer Mihme Emîn Aktar dibêje “Di derheqê kuştina Kurdan de dewlet tu ajanek xwe sûcdar nake. Vêya nêrîna dewletê ye. Dewletê bêcezatiyê ji xwe re kirîye wek siyasetekî. Ku daxwaza dewletê nebe dozgerek bi serê xwe nikare pêş ve here. Ev doza 9 sal berê di 2013an de hatiye vekirin. Ji 2013an heta aniha eger dadgehê bixwesta dikaribû deh caran biryar bidana. Bi zanebûn dirêj kir jî ku dem di ser dozê re derbas bibe.”

Hiqûqnas dibêjin sûcên li hember mirovahiyê de demborîbûn nabe û ew dibêjin divê doza Mûsa Anter jî di çarçoveya sûcên ku li hember mirovayî hatine kirin de were dîtin û bi tu awayî ev doz divê demborî nebe.