Lêkolîn derbarê parêzerê malbata Gulîstan Doku de tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Giştî ya Dêrsimê bi tohmeta binpêkirina parastina nehêniyan lêpirsîn ligel parêzerê malbata Gulîstan Doku, Elî Çîmen de daye destpêkirin.

Alî Çîmen dibêje, kesê dawî ye ku bixwaze nehêniyên nav dosyayê bên eşkerekirin û bi eşkerekirina gotinên şarezayê fermi ku li du cihan di nav dosya Gulîstan de cîh digrin, nehiştiye nûçeyên nerast derbarê wê bûyerê de li ser torên civakî bên belavkirin. 

Gulîstan Doku ya 21 salî ku xwendekara qonaxa duyem a Koleja Pêşxistina Zarokan bû li Zanîngeha Munzurê, ji serê sibeha roja Yekşema 5ê Çileya 2020ê ve piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derdikeve, wenda ye. Li gor lêkolînan piştî peywendiyeke telefonî ya 4 deqeyî di demjimêr 4 û 26 deqeyên êvara wê rojê ve telefona wê girtî ye.

Li gor polîsê Dêrsimê, berî wendabûna wê bi rojekê, Gulîstan ligel Zeynal Abrakov ku bi kuştina Gulîstan Doku gumanbar e, di navbera wan de nîqaş derketiye. Herî dawî li Bendava Uzunçayir hatiye dîtin. Lewra hêzên ser bi Fermandariya Hêza Deryayî ya Tirkiyê û tîmên bihewarveçûnê li nav bendavê û qeraxên wê dest bi gerê kirin û piştî 226 roj gera bi pey Gulîstan de, di nav ava bendavê de nehat dîtin. Loma 18ê Tebaxa 2020ê kar û xebatên dîtinê hatin bidawîanîn.

Dayîk û xwîşka Gulîstan roja Duşemê 7ê Îlona 2020ê li Meydana Seyîd Riza ya Dêrsimê wek nerazîbûnekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û heman rojê hatin berdan. Piştî berdanê roja Sêşemê 8ê Îlona 2020ê careke din dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbata Gulistan pêdagir e ku li ser çalakiya xwe berdewam bin û daxwaza dîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dikin.

Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn berê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû, madem termê wê di nav bendavê de nehatiye dîtin, divê li cihê egera xwekuştinê, kar li ser egerên din bê kirin.