Asayişa Hewlêrê dest bi ser gelek çekan de girt

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asayişê îro di operasyonekê de li Hewlêrê bi ser malekê de girtin û dest bi ser gelek çek, fîşek û teqemeniyan de girtine.

Peymanêrê Rûdawê, Sîdad Leşkerî ragihand, hêzên Asayişê piştî du rojan lidûvçûn û komkirina agahiyan, operasyonek pêk anîn û li Taxa Hewlêra Nû bi ser malekê de girtin û di encamê de dest bi ser 1,500 parçe çek de girtin.

Çekên ku di nav wê malê de dest bi ser de hatine girtin, ji corê demançe û Klaşînkov in. Herwiha demançeyên ku dest bi ser de hatine girtin, ji buhayê wan di navbera 125 dolar ta 300 dolarî de ye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, hêzên ewlehiyê du kes desteser kirine ku niştecihê Taxa Hewlêra Nû ya bajarê Hewlêrê bûne û li gor zanyariyan, wan kesan ji xalên kontrolê ew demançe û çek bi awayê parçe parçe derbasî nav Hewlêrê kirine.

Ji bilî wan kesan, çend kesên din jî di dosyeyê de hene û hêj nehatine desteserkirin.

Herdu kesên ku hatine desteserkirin, xelkê Hewlêrê ne û beşek ji çekên li cem xwe firotine û çekên din jî ji bo firotinê amade kiribûn.

Hêzên ewlehiyê derbarê mijarê de lêkolînek berfireh dane destpêkirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, çekên ku di operasyona îro de dest bi ser de hatine girtin, dê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêne jinavbirin û kesên tometbar jî dê bêne dadgehîkirin.