Welatekî din ê Ewropayê Hizbullaha Lubnanê xiste nav lîsteya terorê

14-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serbiya, Hizbullaha Lubnanê dixe nav lîsteya terorê, Amerîka jî pêşwaziyê lê dike û dibêje, ev pêngaveke din a girîng bû bo sînordarkirina wê grûpa terorîst ser bi Îranê li Ewropayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de dibêje: “Serbiya ev pêngav avêt, piştî ku Trump karî rolê di pêşdebirina peywendiyên aborê yên navbera Serbia û Kosovoyê de bibîne, niha herdu welat ber bi bidestxistina aştiyê li Rojhilata Navîn gavan diavêjin.”

Pompeo got: “Di dema borî de Hizbullah li Ewropayê berdewam bi kiryarên terorîstî, pîlangêrî û xirab bikaranîna teknolojyayê ve mijûl bû, herçiqas pere jî pêwîst bû bidest xistiye, lê êdî hindik maye kiryarên Hizbullahê li Ewropayê bidawî bibin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku pêngavên bi heman awayî biavêjin, Hizbullaha Lubnanê bixin nav lîsteya terorê û got: “Almanya, Litwanya û Brîtanyayê jî sala derbasbûyî pêngavên wiha avêtin.”

Hizbullaha Lubnanê sala 1982an hatiye damezrandin, partiyeke siyasî û grûpeke çekdar a Îslamî ya Şîe ye li Lubnanê, piştî mirina Ebas Mûsewî di sala 1992an de, Hesen Nesrullah bûye sekreterê giştî yê wê partiyê.

Dostên herî xwiya yên Hizbullahê ji Îran, Sûriye û hinek grûpên çekdar ên Şîe li Iraq, Yemen û Afganîstanê pêk tên. Lê neyarên wê jî gelek in, wek: Amerîka, Îsraîl, Kanada, Siûdiye, Bahrên, Brîtanya û hejmarek welatên din ên Ewropa û Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst