KURDISTAN – Mafê hezar hemwelatiyên Ermen bo dengdanê heye

14-09-2018
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Duhok
Duhok
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Ermen Namzed
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 6 namzedên Ermen bûne berbijêr. Ev di demekê de ye, ku li parlamentoyê tenê kursiyeke Ermenan heye û nêzîkî hezar hemwelatiyên Ermen jî xwedî mafê dengdanê ne.

 

Namzedên Ermen ên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ji bo bidestxistina dengan di nav malbatên Ermen de dest bi karê propagandayê kiriye. her yek ji wan behsa plan û bernameya xwe dike da ku bala dengdeên Ermen rakişe.

 

Berbijêrê Ermen Mûrad Wartanyan ji Rûdawê re got: “Em li vir, li welatê xwe Kurdistanê bi rehetî dijîn. Em ê hewl bidin deng û daxwazên hemwelatiyên Ermen bigihînin hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê. Bi çend rêyan jî be em ê gelê xwe razî bikin.

 

Li Parlamentoya Kurdistanê kursiyeke kotayê ya Ermenan heye û ji bo vê kursiyê jî 6 berbijêr hene. Her 6 namzed ji bo bidestxistina wê kursiyê hevrikiyê dikin.

 

Parlementer Yorwanît Nîsan di gera 4emîn a parlamentoyê de parlamenter bû û wî ji bo gera 5emîn jî xwe kiriye namzed.

 

Yorwanît Nisan ji Rûdawê re got: “Niha dibêjin Ermen, berî navê me nedianîn û hema digotin xristiyan û navê me jî di nav wan de derbas dibû. Em ê vê carê hewl bidin zêdetir mafên xwe werbigrin. Mafên me yên çandî, siyasî û civakî hene.”

 

Ermeniyên li Başûrê Kurdistanê piştî şerê cîhanê yê yekemîn li vir akîncî bûne û hejmara wan li tevahiya Başûrê Kurdistan û Iraqê 10 hezar kes in. Ji wan 3 hezar li Herêma Kurdistanê dijîn. Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî mafê hezar hemwelatiyên Ermen ê dengdanê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst