Çend lîste û tevgerên nû amadekariya hilbijartinan dikin

Silêmanî (Rûdaw) – Çend lîste û tevgerên nû, ji bo beşdariya hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê amadekarî dikin.

 

Endamê Dezgeha Hilbijartinê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Newzad Salih ji Rûdawê re ragihand, ku pêkhatina lîste û tevgerên siyasî yên nû, dê li ser dengên partiyên din bandorê bike.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih di çend rojên dahatû de bi pêkanîna lîsteya "Dadperwerî" cihêbûna xwe ji YNKê dê rabigihîne. Herwiha dibe ku serokê tevgera "Na di niha de" Şasiwar Ebdulwahîd partiyeke nû damezrîne.

 

Endamê Dezgeha Hilbijartinê yê YNKê Newzad Salih diyar kir: “Serokên wan lîsteyan, kesên xebatker û tekoşer in. Bêguman bandora wan dê li ser dengên partiyên din çêbibe. Lê ji vana hemûyan giringtir, divê axavtinên wan bi wê şêweyê be ku di vê qeyranê de xelkî têr bike.”

 

Ji bilî lîsteya Berhem Salih, dibe ku serokê tevgera "Na di niha de" Şasiwar Ebdulwahîd partiyeke nû damezrîne. Ebdulwahîd li Wezareta Navxweyî û komîsyonê beşek ji rêkarên xwe temam kirine. Her du lîsteyên nû dikevin sînorê Silêmaniyê û bandora xwe li ser hejmareke kursiyên YNK û Goranê dê nîşan bidin. Lê wisa xuya ye ku Tevgera Goran natirse.

 

Serperiştyarê Ofîsa Silêmanî ya Jûra Hilbijartinê ya Goranê Belên Îsmaîl diyar kir: “Em bi bername û gotarên xwe yên berê ve girêdayî ne ku me ji xelkê re gotine û hemû cîbicî kirine. Em bawer in ku ew lîste, dê dengê me nebin.”

 

Herwiha Serperiştyarê Ofîsa Şehîdan a YNKê Aram Heme Mîna aşkere kir: “Bi dehan lîste jî bikevin rikeberiya hilbijartinê, ji wê yekê baştir e ku du hêzên bi çek rikeberî bikin. Piştre ev lîste di vî sînorî de dikarin di bin sîwana hevpeymaniyê de xwe kom bikin û li hember devera zer û partiyan balansê bikin.”