McGurk: Me alternatîv da Barzanî, em li benda bersivê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk derbarê civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand: “Me alternatîva xwe pêşkêşî Serok Barzanî kiriye û em li benda bersivê ne.”

 

Îro pêncşembî 14ê Îlona 2017ê, Brett McGurk li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê konfranseke rojnamevanî saz kir û derbarê civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê û mijara referanduma Başûrê Kurdistanê axivî.

 

Brett McGurk li ser encama civîna bi aliyên iraqî, Kurdistanî û herwiha civîna bi Barzanî re ragihand: “Civîn erênî û sazîner bûn û em dê berdewam bin, em wisa dibînin, ku ev alternatîv dê piraniya pirsgirêkan çareser bike.”

 

Di beşeke din a axavtina xwe de, McGurk got: “Me li gel Serok Barzanî komek mijarên giring gengeşe kirin, bi taybet jî referandum. Me tekez kir, ku Amerîka û civaka navdewletî piştgiriyê li referandumê nakin.”

 

Nunerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e fokusa hemû aliyan li ser şerê li dijî DAIŞê be û diyar kir: “Em dizanin referandum, biryara Barzanî bi tenê nîne, ji ber vê em naxwazin nexweşî çê bibe û em dixwazin focus li ser şerê DAIŞê be.”

 

Brett McGurk amaje bi rewatîbûna referanduma li Başûrê Kurdistanê kir û da xuyakirin: “Divê referandum rewatiya navdewletî hebe, lê belê ev referandum ti hêzeke navdewletî piştevaniya wê nake û ev jî metirsî ye.”

 

Derbarê altternatîva referandumê de jî, McGurk destnîşan kir: “Serok Barzanî daxwaza alternatîvê kiribû û me jî bi hemahengî li gel Brîtanya, Fransa û Netewên Yekgirtî, di civînê de alternatîvek bo referandumê pêşkêş kir. Ez wiha difikirim ku Serok Barzanî jî piştî civînê daxuyaniyek belav kiriye û pêşwazî li gotûbêjan kiriye û em dizanin ev biryara hemû aliyên siyasî ye.”

 

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê herwiha da zanîn: “Pêwîst e ev prose (referandum) bi gotûbêjê berdewam be bo çareserkirinê û li gorî min, alternatîv rêçareyeke baş e.”

 

Brett McGurk got: “Me alternatîva xwe pêşkêşî Serok Barzanî kiriye û em li benda bersivê ne, ev alternatîv jî pêdagiriyê dike li ser gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina arîşeyan û bi me baş e ku bi hûrî were nirxandin.”

 

McGurk derbarê naveroka vê alternatîvê de ku wan li şûna referandumê pêşkêş kiriye, ragihand: “Baştir e ku zû bersiva me bidin û eger referandum berdewam be û birêve biçe, dê komel pirsgirêkan bi xwe re bîne. Ev tenê helwesta Amerîkayê nîne û heta cîranên we ku Tirkiye jî yek ji wan e, li dijî referandumê ye.”

 

Derbarê rola Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de jî, Nûnerê Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Pêşmerge bi qehremanî rûbirûyê DAIŞê bûne û hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên iraqî jî roleke giring di têkşikandina DAIŞê de hebûye. Brett McGurk herwiha got: Em keyfxweşin ku nakokî û ciyawaziya siyasî li eniyên şerê li dijî DAIŞê nîne.”

 

Konfransa rojnamevaniya McGurk li Hewlêrê piştî wê yekê hat, ku her îro ew bi xwe tevî balyozên Amerîka û Brîtanya yên li Iraqê û Şanderê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li bajarê Duhokê civiyabûn.

 

Li ser vê civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye, ku şanda hevpeymanan alternatîvek li şûna referandumê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha gotiye: “Serok Barzanî ev alternatîv wergirt û pêşwazî li gotûbêjên sazîner kir, lê belê derbarê referandumê û alternatîva pêşniyarkirî de ragihand, ku ev yek tenê bi biryara min nîne û em dê vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî Kurdistanê behs bikin û di demekê nêzîk de em dê helwesta xwe di vê bareyê de rabigihînin.”