Barzanî: Du rê li pêş me ne, yan bindestî yan serxwebûn!

14-09-2017
RÛDAW
Mesûd Barzanî li Zaxoyê beşdarî di karnavala referandumê de kir.
Mesûd Barzanî li Zaxoyê beşdarî di karnavala referandumê de kir.
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Barzanî Zaxo
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di karnavala mezin a Zaxoyê ya bo piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Du rê li pêşiya me hene, yan bindestî yan jî serxwebûn”. Barzanî herwiha tekez kir, heta ku alternatîveke baştir nebe, referandum nayê paşxistin û got, eger mebesta hatina şandeyan û danûstandina tenê paşxistina referandumê be, bêguman referandum nayê paşxistin.

 

Îro li bajarê Zaxoyê karnavaleke mezin bo piştgiriya li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat sazkirin, ku heta niha jî berdewam e.

 

Karnaval li Werzişgeha Navdewletî ya Zaxo û bi beşdariya zêdetir ji 50 hezar kesan birêve diçe û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî têde amade bû û gotarek pêşkêş kir.

 

Mesûd Barzanî behsa ezmûna Kurdan û Herêma Kurdistanê di Iraqê de kir û got, hemû rêyên ku Kurdan bi Bexdayê re ceribandine, rastî şikstinê hatine.

 

Barzanî li ser referandumê jî axivî û ragihand, ku referandum nayê paşxistin û dê xelkê Kurdistanê di 25ê îlonê de biçin ser sindoqên dengdanê û biryara xwe bidin.

 

Barzanî amaje bi civîna xwe ya li gel nûnerên Amerîka, Brîtanya û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li bajarê Duhokê kir û got: “Wan nêrîn û pêşniyarên xwe hebûn, me guh da wan, me jî nêrînên xwe hebûn û me ji wan re got. Ew dibêjin, em li gel mafê gelê Kurdistanê ne, lê dema ne gucayî ye, çimku renge arîşe çê bibin. Me jî ji wan re got, tenê bi alternatîveke baştir em dê referandumê paş bixin.”

 

Mesûd Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de bang li xelkê Zaxoyê kir û diyar kir: “Xûşk û birayên hêja, ez bow ê yekê nehatime Zaxoyê ku bêjim we deng biidn serxwebûna Kurdistanê, çimku we pêwîstî bi ti kesî nîne ku wê ji we re bêje ku deng bidin. Min bîriya we kiribû û ez bo vê hatime Zaxoyê da ku em pêkve enerjiyê werbigirin. Biryara referandumê biryara kesek an çend partiyan nîne, xelkê Kurdistanê roja 25ê Îlonê dê biçin ser sindoqên dengdanê û çarenivîsa xwe diyar bikin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Ji ber vê yekê biryara referandumê hatiye dan, çimku destûr hat binpêkirin, lihevkirin û hevbeşî nema, hemû rêyên din hatin ceribandin û şikest anîn, destûr hat binpêkirin, lihevkirin û şirîkatî nema û hevsengî nema, vegeriyan bo bîdeyeke nû ku piraniya siyasî ye, piraniya siyasê jî du sê mînakên reş xistine ber çavên me. Li gorî destûrê, li Iraqê pêşmerge beşek e ji Hêza Berevaniya Iraqê. Dema 10 salan em li gel parlamentoya Iraqê mijûl bûn, ku yasayekê bo pêşmerge were derxistin û pişka Pêşmerge ji bûdce û çek hebe. Destî destî bi me kirin û cîbicî nekirin. Lê di dema 2 saetan de yasaya Heşda Şeibî derbas kirin û bi milayaran dolar pere û çek û teqemenî xistin ber destê wê. Ev e piraniya siyasî.”

 

Mesûd Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de ji xelkê Zaxoyê û Kurdistanê re got: “Duh 13ê Îlonê parlamentoya xwe anîn û biryarek li dijî mafê gelê Kurdistanê derxistin. Îro jî biryareke din derxist, ku Parêzgarê Kerkûkê ku helwesteke niştimanî û netewî hebûye, dixwazin dûr bixin. Ev e ew piraniya siyasî ku ew dixwazin. Eger ji destê wan were, bêşik bin ku nahêlin yek destkevtên bi dest hatî di destê gelê Kurdistanê de bimîne, weleh dê hemûyan ji me bistînin.”

 

Derbarê referandumê de jî, Barzanî tekez kir: “Referandum amraz e, ne armanc, armanc serxwebûn e, daku êdî Sykes-Picot, Cezayir û peymanên Bexda û Lozanê çarenivîsa me diyar nekin, em weke gelê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bikin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha behsa hewlên gelê Kurdistanê li Bexdayê bo baştirkirina rewşê kir û da xuyakirin: “Çend salan me hawar kir, ku rewş ber bi xirabiyê ve diçe, werin em çareser bikin. Em gelek bi dilsafî çûna Bexdayê, lê piştî sala 2003 me dît ku roj bi roj dijatiya gelê Kurdistanê zêdetir dibe, weke çawan ku pêştir em hatin enfalkiirn û kîmyabarankirin, wê roja ku bûdceya xelkê Kurdistanê birîn, ew jî enfaleke din bû ku anîne serê xelkê Kurdistanê.”

 

Mesûd Barzanî derbarê naveroka civîna xwe ya li gel nûnerê welatên zilhêz kir û got: “Berî ku ez bême Zaxoyê, li Sihêla e, li gel şandeke Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê û Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY û balyozên Amerîka û Brîtanya li Iraqê civiyan û me 4 saetan gotûbêj kir. Me guh li pêşniyar û nêrînên wan girt û me jî nêrînên xwe ji wan re got. Helwesta wan diyar e ku dibêjin, li gel mafê gelê Kurdistanê ne, lê belê niha rewş bo referandumê guncaw nîne, jibo ku arîşe çê nebe, arîşe ji wê mezintir çi dibe. Berî niha û îro jî eger alternatîveke baştir hebe, gelê me dê razî be, eher alternatîv nebe, em dê referanduma xwe bikin, çi dibe bila bibe. Di van rojan de jî em dê di gotûbêjê de bin, heta Encumena Asayişê jî hatine ser xet, eger alternatîveke baştir hebe, serkirdatiya siyasiya Kurdistanê dê biryara xwe bide, eger jî armanc tenê paşxistina referandumê be, referandum nayê paşxistin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, ku eger îradeyeke bihêz li Kurdistanê hebe, serxwebûn misoger e û da xuyakirin: “Eger îradeya me bihêz be, û em baca pêwîst bo serxwebûnê bidin, serxwebûn misoger e û dê were bidestxistin. Kes serxwebûnê bi diyarî ji me re nahîne û ti kes jî ji bo me xwe tûşî kêşeyan nake. Divê em bi xwe daxwaza mafê xwe bikin, eger me daxwaza serxwebûnê kir, divê em ji her egerekê re amade bin.”

 

Barzanî behsa bêwefayiya hevpeymanên Kurdistanê kir û got: “Mixabin ewên ku me fikir dikir, hevpeymanê me ne, bêwefayî kirin, niha hikûmeteke demokratîk û federalî li Iraqê nîne, belku niha hikûmeteke olî, tayifî û mezhebî li Iraqê desthilatdariyê dike. Ev jî nayê qebûlkirin. Eger xelkê din qebûl dike, em neçar nînin ku qebûl bikin, çimku ya me bi dilxwazî ye.”

 

Agahî tên nûkirin…

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst