Cenazeyê pêşmergeyê li Pakistanê mirî tînin Kurdistanê

Silêmanî (Rûdaw) – Piştî çendîn salan termê pêşmergeyekî navdarê Kurdistanê ji Pakistanê ve tînin Kurdistanê û dê li Silêmaniyê li ser axa welat bê veşartin.

 

Cenazeyê pêşmergeyekî navdarê her du şoreşên Îlon û Gulanê ku li Pakistanê koça dawî kiriye û li wir bi axê hatiye spastin, bo Kurdistanê tê vegerandin.

 

Navî wî pêşmergeyê han Yûsif Liçe ye û pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye û di dema şoreşê de fermandeyekî Hêzên Pêşmerge bûye û li welatê Pakistanê jiyana xwe ji dest daye.

 

Malbata wî pêşmergeyî ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku termê wî pêşmergeyî tînin Kurdistanê û dê li ser axa Kurdistanê bi axê were spartin.

 

Li gor malbata wî fermandeyê pêşmerge, termê Yûsif Liçe li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  roja 15ê Îlonê digihîje Hewlêrê û dê roja çarşem 16ê Îlonê de li goristana Ablax a Silêmaniyê de bê veşartin.