Nêçîrvan Barzanî : Hejmar û pêdiviya koçberan derfetên me derbas dike

14-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro pêşwaziya Valerie Amos Cîgira Sekretere Giştî ya NYyê û şanda pêre kir. Barzanî got, Hikûmeta Herêmê deriyên xwe bo hemû koçber û penaberan vekiriyê û ligel derfetên sînordar çi ji destê wan hatiye pêşkêş kirine.

 

Li gorî daxuyaniya ku ji Serokwezîrtiya Kurdistanê hate ragihandin, Barzanî got, “Pêdiviyên bo penaberan derfetên Herêma Kurdistanê derbas dike. Ji destpêka îsalê ve Hikûmeta Navendiya Iraqê budçeya Kurdistanê qut kiriye. Hikûmeta Herêmê ji qeyranake mezin a aboriyê derbas dibe. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY), civaka navneteweyî û Hikûmeta Iraqê erkê xwe bicih bînin.”

 

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku şanda NYyê destxweşiya xwe bo Hikûmeta Herêmê ragihandiye ku li gel derfetên xwe yên kêm, sînorên xwe ji koçberan re vekiriye û hemû derfetên xwe pêşkêş kirine.

 

Şandê her wiha bal kişand ser kêşeyên tenduristî, perwerdeyiya kampan û metirsiya xwe derbarê zêdebûna koçber û penaberan anî ziman. Şandê dubare ji welatên alîkar û Hikûmeta Bexdayê xwest bo zêdetir hevkarî û alîkarî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku bikarin xizmetguzariyeke baş pêşkêşî koçber û penaberan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst