DAIŞ endamên xwe yên kurd bi sîxurtî tometbar dike

14-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hate ragihandin rêxistina Dewleta Îslamî ku wek DAIŞ tê binavkirin, li Diyalayê 7 endamên xwe yên kurd, bi îdiaya ku agahî şandine derve girtine binçavan û lêpirsîn dike.

 

Li gorî çavkaniyeke herêmî, îro rêxistina DAIŞê ya li Diyalayê, yek jê kurdê Rojavayê Kurdistanê 7 endamên xwe yên kurd, bi îdiaya ku agahî dane pêşmergeyan girtine binçavan.

 

Çavkaniyek ku nexwestiye navê wî bête nivîsandin got, rêxistin îdia dike ku, van kurdan derbarê senger û çeperên DAIŞê de agahiyên pir girîng gihandine pêşmergeyan.

 

Heman çavkaniyê got, ji ber ku DAIŞ di çeperên şer de têk diçe, êdî baweriya xwe bi endamên xwe yên kurd nayîne û gumanbare ku agahî didin hêzên Pêşmerge.

 

Çend roj berê hatibû ragihandin, DAIŞ êdî bi endamên xwe yên kurd nebawer e û dest bi kuştina wan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst