Li Siwêregê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

Li nêzîk gundê Minûtê yê Siwêregê li ser rêya Wêranşarê, îro otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di encama qezayê de Reşit Baskinê 84 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.